1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Navenda şer dengê kilaman guhdar dike!
Navenda şer dengê kilaman guhdar dike!,Navenda şer dengê kilaman guhdar dike!

Navenda şer dengê kilaman guhdar dike!

A+ A-

AMED (DÎHA) - Li navçeya Pasurê ya Amedê Zozanên Şênê ku ji sala 1984'an ve navenda şer e, van rojan bi dengê muzîkê deng vedide.

Zozanên Şênê yên li Pasûra Amedê ku nêzî 30 salan navê wê bi operasyonên leşkerî û şer hat ziman û bi qasî 20 salan ji bo çûna mirovan hat qedexekirin, di van rojan de bi dengê muzîkê deng vedide. Mîhrîcana Lihevhatina bi Xwezayê û Çandê ya Zozanên Şênê, di roja duyemîn de didome. Di roja duyem a mîhrîcanê de Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran, Seroka MEYA-DER Şaxa Amedê Leyla Ayaz, Serokê Giştî yê KURDÎ-DER a Amedê Sabahattîn Gultekîn jî ku hebûn bi sedan welatî beşdarî mîhrîcanê bûn. Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran a axaftineke kurt kir û got, "Eger em îro li vir bi zimanê xwe stranan dibêjin û şehîdên xwe bi bîr tînin bi saya Rêbertî û PKK'ê ye."

Hevseroka Rêxistina Amedê ya BDP'ê Zubeyde Zumrut jî diyar kir ku bi lidarxistina duyemîn Mîhrîcana Zozanên Şênê re kêfxweş bûne.

Mîhrîcan, di roja duyemîn de bi klamên dengbêjan dest pê kir û paşê Koroya Zarokan a Dîcle Firat derket dike. Dema hunermend Beytocan ê piştî 23 salan vegeriya welêt cihê xwe li ser dike girt coşa welatiyan zêdetir bû. Piştî Beytocan Hîvron û Koma Hemdem jî stranên xwe gotin û welatî coşandin. Mîhrîcan, bi govendê heta danê sibehê dewam kir. Ligel vê ciwanên rûyê wan girtî li ser navê "Fermandariya Eyaleta Amedê ya HPG'ê" daxuyanî dan. Piştî daxuyaniyê bi qasî 10 deqiqeyan fîşekên hewayî asîman rengareng kir.

Li qada Mîhrîcanê standa îmzeyan a "Ji bo Azadiya Ocalan" hat vekirin

Mîhrîcan ku bi hemû heyecana xwe didome standa îmzeyan a "Ji bo Azadiya Ocalan" li qadê hat vekirin û rastî eleqeyeke zêde ya gel hat.

(yş/bd)